|
ROJEK XWEŞ Û XEBEREK REŞ
Dijminên Kurdan rojên xweş, cejn û şahiyan jî layîqî gelê
Kurd nabînin. Qetlîama di 01.02.2004an de jî rayê dide, ku tahlûke li ser
Kurdan berdewam e. Gelê Kurd dîsa li Hewlêr bi sedan şehîd dan.
Li gor agahiyan heta niha, Samî Ebdulrehman, sekreterê polîtbîroyê û
cîgirê serokwezîrên herêma Kurdistanê, Şewket Şêx Yezdîn, wezîrê karê
civata wezîran û endamê komiteya navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê,
Seîd Ebdella, wezîrê çandî û avdêranê, endamê polîtbîroya Partiyê, Ekrem Mentik
parêzerê Hewlêrê, Mehmûd Halo şûnkarê wezareta darayî û aborî, Mehdî Xoşnav,
cîgirê parêzerê Hewlêr û serokê tayê Hewlêr yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Ehmed
Rojbeyanî, qaymeqamê bajarê Hewlêr û Emîd Nerîman birêvebirê polîsên Hewlêrê,
herwiha jî hejmareke din ya kadro û endamên Partiyê û welatî şehîd û
birîndar bûne.
Di heman demê de, ku welatî diçûne pîrozkirina cejnê, teqîneke mezin li
baregehê melbenda Yekîtî Niştiman ya Kurdistanê jî li Hewlêrê çêbû tê
çendîn endamên serokatiya Yekîtî Niştiman ya Kurdistanê û hejmareke kadro
û welatiyan jî birîndar bûn. (çavkanî daxuyaniya Kek Mesûd Barzanî)
Ez ji van şehîdên Kurdistan Kek Mehdî Xoşnav nas dikim. Kek
Mehdî cîgirê parêzerê Hewlêr û serokê nivîskarên Hewlêr bû. Şehîdên
Kurdistanê ji bo min hemû yek in. Bê guman kesên mirov bi şexsî naz dike,
bi wan re axivîbe û bi wan re geriya be, êşa mirovan diha kûr dibe.
Belê gotinên, yan jî senaryoya Güneri Cıvaoğlu ya yekem
derket holê. Lê nîşan (hedef) tam îsabet nekir. Çumkî armanc Kek Mesûd
Barzanî bû. Lê bedel ji bo gelê Kurd pir giran e. Rast e ku mirov bêje,
senaryoya Güneri Cıvaoğlu ne ji ber wî derketiye, ew senaryoya ku wî
di gotara xwe de aniye ziman senaryoya serleşkeriya Tirkan e. Gotara
Güneri Cıvaoğlu 31.12 2003 bi zimanê Tirkî:
http://www.milliyet.com.tr/2003/12/31/yazar/civaoglu.html
Güneri Cıvaoğlu qunciknivîsê rojnama Milliyet e û ew jî wek
Fatîh Altayli, Oktay Ekşi, Ertuğrul Özkök, Sedat Ergin, Emin Çölaşan
û yên din şagirtên Akademiya serleşkeriya Tirkan e, wan dersa xwe di
hêlîna serleşkeriyê de girtine û haya wan ji hemû senaryoyên dewleta wan
ya nehênî (kûr) heye û ew dizane, dewleta wan dê kîngê û li kûderê çi bike?.
Güneri Cıvaoğlu di gotara xwe ya di 31.12.2003an de li pê hev
rêz dike û dibêje, ku dê di sala 2004an de li Iraqê û Kurdistanê çi bibe. Ew
dibêje, ku dê Mesûd Barzanî di meha yekan de bi sûîqastî bêye kuştin.
Û serokkomarê Tirkan qubedeyî (kabadayi) yê Kasim Paşa Recep Tayip
Erdoğan di gel rojnama ereban bi navê Havadîs ku li
Beyrûdê têye weşandin, di meha yekem sala 2004an de wiha dibêje, “Eger li
Arjantînê jî dewletek Kurdan bêye damezirandin, emê dijî wê jî şer bikin”
Ji ber ku dewleta Tirk a cinawiran (Haydut Türk Devleti) di pirsa
Kurdistanê û Iraqê de bi siyaseta xwe ya fen û fûtî bi ser neket, loma dîsa
dest avêtiye mîrasê bav û kalên xwe yê Osmaniyan. Ev bûyera bi destê kê dibe,
bila bibe, tecrûbên me Kurdan baş rayê didin, ku tiliya Tirkan, Faris û
Ereban di nav de ye.
Kurdistaniyên hêja! Birîna me pir kûr e û êşa me giran e. Lê em
mecbûr in di bûyerên wiha de bi xwînsarî tevbigerin. Çumkî dijminên me pir in û
dostên me hindik in. Û divê heta ku ji Kurdistanê re statûyeke fermî di hiqûqa
navnetewî de neyê pejirandin, Kurd şaşiyan nekin. Çumkî di demên wiha
hesas û dîrokî de ji bo Kurdan şaşîkirin luxek pir mezin e û dê
bedelê wê jî pir giran be.
Loma ez daxuyaniya Kek Mesûd Barzanî pir bi zana û di cih de dibînim û
divê gelê Kurd û Kurdistan neyê provakasyonên dijminan.
Ev qetliyama li Hewlêr dijî gelê Kurd dîsa baş rayê dide, ku ji
bilî serxwebûna Kurdistanê tu garantiyek di Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan
tuneye. Kurd ancax dikarin di welatekî serbixwe de di aramî û aştiyê de
bijîn.
Û bila ev qetliyama terorîstan ji Kurdan re carek din bibe şîret,
da ku ew yekîtiyek xurt di nav hev de, li her çar perçên Kurdistanê çê bikin û
ala serxwebûnê bi hev re bilind bikin.
Kurd ancax dikarin bi yekîtîyek xurt dijî dijminan di berxwe bidin.
Alternatîvek din ji Kurdan re tune ye.
Hey terorîstên
roma reş, hey terorîstên melayên kevneperest û hey terorîstên erebên
nijandperest û şovenîst, van xerabiyên hûn bi navê îslametiyê bi Kurdan
dikin ji we re namînin, ewê rojekê di qirika we de bimînin.